skip to main | skip to sidebar

Bîrkarî

24 maj 2007

http://groups.google.com/group/xwendekar/manage_editinfo?hl=sv
Upplagd av Tehsîn kl. 5/24/2007

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

Äldre inlägg Startsida
Prenumerera på: Kommentarer till inlägget (Atom)

Bîrkarî û trafîk

BÎRKARÎ ALÎKARIYA KÊŞEYÊN TRAFÎKÊ DIKE

Çavkanî: Civilingenjören; Swêd

Werger: Zagrosê Hajo

Bîrkarî (matematîk) di rastiya xwe de modelekî jimarane yê jiyanê makroyî û mîkroyî ye. Wek nimûne stêrzan li ser kaxezê cihê stêr, roj, exter û heyvan hesab dikin, dirajine kaxeze xwe, der dikevine der li ezmên dinerin, dibînin, ko ew laşên gerdûnî li cihên hesabkirî ne.

Zanayên bîrkariyê modelan ji hatûçuna terembêlan re jî çêdikin.

Wek nimûne: Eger terembêl bi awayekî tekûztir bilivin, hingî dê di riyan de hewqas hatûçûn nebe. Ji ber wê hatûçûna ne durist jî dema ajotinê bêhtir dibe ji dêla ko kêmtir bibe. Ev rastî ji aliyê lêkolînvanê birîtanî ve li zankoya Oksfordê hatiye çespandin. Wan lêkolînvanan modelên matîmatîkî yên trafîka cor bi cor şîtel (analîz) kirine.

Tora trafîka Londonê dikare weke tora rindêlên li hawîrdorî bajerekî were pesindan. Riyên ji nav bajêr derdikevin, wek çirawiskên stêran numa dikin. Bi pirbûna riyên ji nav bajêr der dikevin aloziyên xitimandina trafîkê bêhtir dibin, û di heman wextî de riyên li dora nîvê bajêr difitilin dirêjtir dibin û pê re jî dema ajotinê jî dirêjtir dibe.

Lêkolînvanên Oksfordê di modelên xwe yên bîrkarî de çareya herî baş ji bo trafîka Londonê bi serkeftin bidest xistine. Dibêjin ko eger 100 riyên herdûalî ji nîvê bajêr der dikevin, hebin û eger mirov bibîne ko bi tenê hebûna 50 riyan dê çareya herî baş be, hingî, da herikandina trafîkê baştir bibe, dive riyên yekalî nîvên wan riyan bin, yanî ko gerek e 50% bin.

Amadekar:Werger: Zagrosê Hajo

Çavkanî :Çavkanî: Civilingenjören; Swêd

Ev tekst ji edresa xwarê hatîye kopîkirin; http://hem.passagen.se/zagros/teknikuzanin/Birkari%20alikariya.htm

Bixêrbên blogga BÎRKARÎ

Bîrkarî di jiyana mirovande roleke girîng dilîze. Ger mirov bîr li jiyana rojane bike wêgavê mirov dibîne ko pêwistîya mirovan hergav bi bîrkarîyê bûye. Loma pewiste ko em jibo zarokên xwe hewlbidin da ko ew bîrkarîyê bi zanyarîyeke bingehî fêrbibin. Ev yeka jî bi pêkanîna materîyalên ko têkilîya wan bi jiyana rojane heye. Îro internet bûye dezgeyeke ragihandinê ya herî xwurt. Armanca min eve ko ez bîrkarîyê bi riya internete bigihênim xwendevanên kurdî axiv.

Bîrkarî bi kurdî

Ev blogg jibo berhevkirina materîalên bîrkarîyê bi zimanê kurdî hatîye avakirin. Heger te materîalên bîrkarîyê hebin em sîpasî te dikin ko tu me agahdar bike.

Bloggarkiv

  • ▼  2007 (2)
    • ▼  maj (2)
      • http://groups.google.com/group/xwendekar/manage_ed...
      • TERMÊN BÎRKARÎYÊ TÜRKÇE KUR...

Om mig

Tehsîn
Ez wek mamosteyê kurdîyajorî li Göteborg/Swêdê li dibistanan li gel zarokên kurd kar dikim. Û herweha ez bi zimanê kurdî alîkarîya qutabîyên ko zahmetîyên wan di zimanê swêdî de hene dikim. Jiber vê yekê min Pewistîya bîrkariyê bi rêya internete dît, loma min ev blogg avakir. Li destpêkê sipasî te dikim ko tu alîkarîya min bike dakû em karibin berhemên bîrkarîyê kom bikin.
Visa hela min profil