Prenumerera på:
Kommentarer till inlägget (Atom)
BÎRKARÎ ALÎKARIYA KÊŞEYÊN TRAFÎKÊ DIKE
Çavkanî: Civilingenjören; Swêd
Werger: Zagrosê Hajo
Bîrkarî (matematîk) di rastiya xwe de modelekî jimarane yê jiyanê makroyî û mîkroyî ye. Wek nimûne stêrzan li ser kaxezê cihê stêr, roj, exter û heyvan hesab dikin, dirajine kaxeze xwe, der dikevine der li ezmên dinerin, dibînin, ko ew laşên gerdûnî li cihên hesabkirî ne.
Zanayên bîrkariyê modelan ji hatûçuna terembêlan re jî çêdikin.
Wek nimûne: Eger terembêl bi awayekî tekûztir bilivin, hingî dê di riyan de hewqas hatûçûn nebe. Ji ber wê hatûçûna ne durist jî dema ajotinê bêhtir dibe ji dêla ko kêmtir bibe. Ev rastî ji aliyê lêkolînvanê birîtanî ve li zankoya Oksfordê hatiye çespandin. Wan lêkolînvanan modelên matîmatîkî yên trafîka cor bi cor şîtel (analîz) kirine.
Tora trafîka Londonê dikare weke tora rindêlên li hawîrdorî bajerekî were pesindan. Riyên ji nav bajêr derdikevin, wek çirawiskên stêran numa dikin. Bi pirbûna riyên ji nav bajêr der dikevin aloziyên xitimandina trafîkê bêhtir dibin, û di heman wextî de riyên li dora nîvê bajêr difitilin dirêjtir dibin û pê re jî dema ajotinê jî dirêjtir dibe.
Lêkolînvanên Oksfordê di modelên xwe yên bîrkarî de çareya herî baş ji bo trafîka Londonê bi serkeftin bidest xistine. Dibêjin ko eger 100 riyên herdûalî ji nîvê bajêr der dikevin, hebin û eger mirov bibîne ko bi tenê hebûna 50 riyan dê çareya herî baş be, hingî, da herikandina trafîkê baştir bibe, dive riyên yekalî nîvên wan riyan bin, yanî ko gerek e 50% bin.
Amadekar:Werger: Zagrosê Hajo
Çavkanî :Çavkanî: Civilingenjören; Swêd
Ev tekst ji edresa xwarê hatîye kopîkirin; http://hem.passagen.se/zagros/teknikuzanin/Birkari%20alikariya.htm
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar